Elif Orhan
2016 ж. 03 тамыз•Rojanekirin: 2016 ж. 05 тамыз
KONYA
Yûsuf el-Qeredawiyê Serokê Yekîtiya Alimên Misilman di Civîna Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê ya ku li Konyayê li otêlekî hat lidarxistin de axivî û got ku wek yekîtî ji bo dahatûya ummetê li Konyayê hatin bal hev û ji ber vê yekê jî gelekî kêfxweş e.
Qeredawî destnîşan kir ku her kesê ku dikeve îslamê li hemû dinyayê ji banga ummetê berpirsyar e.
Qeredawî da zanîn misilman berpirsyarên ku vê bangê bi cî bînin û belavî dinyayê bikin û wiha axivî: "Hemû dinya berpirsyar e. Yekîtiya Alimên Îslamê ji bo ku îslama rastîn hînê misilmanan bikin, dînê rastîn ragihînin dinyayê hatiye avakirin. Divê hûn vê yekê wekî banga Xwedê belav bikin."
Qeredawî da zanîn ku Tirkiyeyê di 15ê temûzê de serkeftin bi dest xist, dijî kesên ku di nav helwestên ku di eleyhê misilmanan de ne serkeftin û wiha axivî:
"Berî her tiştê divê pêşî îslama rastîn hînê misilmanan bikin. Misilmanek nikare ku birayê xwe yê misilman bixapîne, hember wê hestên nebaş hîs bike. Misilmanên li Tirkiyeyê berî her tiştê hember birayên xwe ji bo islahkirin û hilberînê xebitîn. Tirkiye dixwaze ku heyama xwe ya berê ya navdar ji nû ve vejîne lê di heman demê de li Tirkiyeyê mirovên ku dizîka dixebitiyan derketin. Xwedê vê derbeya qirêj bi ser nexist. Em hemû divê wek ummet bi çavên vekirî bixebitin û divê em tu tiştê veneşêrin. Hemû kirinên me xêra mirovan e. Em wek alimên misilman divê vê peywirê bi cî bînin. Divê em li gel welatên îslamê bin. Em ji bo xwe tu tiştê naxwazin. Em dixwazin ku ummeta me ji qelsiyê vegere hêzê û jiyana xwe ya berê."
- "Em li gel Tirkiyeyê ne"
Muhyîddîn Elî Qeredaxiyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê jî got ku hewcedariya Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê bi piştgiriya hemû misilmanan heye.
Qeredaxî qal kir ku wek alimên misilman xebata ji bo Tirkiyeyê wekî peywir qebûl dikin û wiha axivî: "Teşebûsa derbeyê ya hewl dida ku Tirkiyeyê xira bike ji ber ku gel ket dewrê berovajî bû û bû xêra welêt. Ji bo hemû ummetê peywireke girîng e ku dijî dijmina hevpar têkoşîn bide. Tirkiyeya li Misr, Filîstîn, Lîbya, Yêmenê li ba heq û gel e, em jî li gel Tirkiyeyê ne. Em li gel heqê bûn. Alim divê bêdeng nemînin. Ew kesên ku peyamên Xwedê tînin ziman tenê ji Xwedê ditirsin, ji kesên din natirsin. Em hember neheqiyê dê çawa bêdeng bimînin? Ev ne mimkûn e. Tirkiye her dem li gel heq bû û piştgirî da mezlûman. Li welatekî wiha derbe çawa dikare ku bi ser bikeve. Em ji vê welatê bala gelekî hez dikin."