03 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
VAN
Dozgerê Komarê Ferhat Sarikaya li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) îfade da û di sala 2005an da li Wanê li ji ber îdiaya ku di Zanîngeha Yuzuncu Yilê da gendelî tê kirin jêpirsîn da debû destpêkirin. Di çarçoveya jêpirsînê da sekreterê giştî yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê yê wê demê Enver Arpali jî hatibû girtin û wî xwe di girtîgehê da kuştibû.
Mîmar Dursun Arpaliyê birayê Enver Arpali jî piştî îfadedayîna Sarikaya diyar kir ku bi îtirafa rojên berê va kes nikare xwe xilas bike û got ku kekê wî ji ber sûcekî nekiriye dihat darizandin û ji qehra ber wê yekê xwe kuşt.
Arpali destnîşan kir ku Sarikaya wê demê îdianame li ser daxwaza Pensîlvanyayê amade kir, îznat bi birayê wî da anî û ji ber sûcê "ji bo berjewendiya rêxistin avakirinê" bela sebep hat girtin û ew avêtin girtîgehê.
- "Qatilên birayê me ev in"
Arpali bal kişand ku wî gelek caran ji girtîgeh û dozgeriyê ra daxwazname nivîsand û tê da diyar kir ku kekê wî pir li ber xwe dikeve, psîkolojiya wî xerab bûye û rewşa tenduristiya wî ber bi xerabûnê diçe. Arpali got ku guh nedan hişyariyên wî û wiha pê da çû:
"Îdianame li ciyên din hatiye amadekirin. Vî merivî rahiştiyê û xistiye kompûtera xwe. Endamê Dadgeha Bilind talîmatê dide, ew jî kopî dike û dizeliqîne û amade dike. Dibêje, 'digel ku ez dozgerê herî ciwan bûm, dosye dan min.' Wê çaxê tu endamê rêxistinê yê herî sist bûyî ku dane te ev lêpirsîn. Dibêje, 'ez li xwe mikur hatim, wiha bû.' Ma wisa dibe? Na, hemû agahî, belge û îdianameyên ku amade kiriye divê bên lêkolînkirin. Em eşkere dibêjin, qatilên kekê me ev in. Divê ev bê zelalkirin. Ev peywira sereke ya dewleta me ye."
- "Bi telîmata Pensilvaniayê malik li xelkê wêran kirin"
Arpali diyar kir ku dema birayê wî ket girtîgehê 94 kîlo bû, lê dema ku mir berjêrî 70 kîloyî bû û wiha dewam kir:
"Mêrik di nava 4 mehî da heliya. Ma bêwijdanî û bêînsafiyeke wiha dibe. Tu kesî di dozê da rojek jî ceza nexwar. Wê çaxê îdianame bi temamî qelb e. Bi telîmata Pensilvaniayê malik li xelkê wêran kirin."