WAN
Endamên Konseya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (ZYY) li ber nexweşxaneyê porê xwe kurkirin û piştgirî dan zarokên ku nexweşiya losemiyê ketine.
Xwendekar li pêşiya Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaş a ZYYyê civiyan û li standa ku bi xwe saz kirin, porê xwe bi berberan dan kurkirin. Helwesta wendekarên ZYYyê yên ku xwendekarên Zanîngha Dîcle û Akdenîzê vexwendin hevrikê ew e ku ev çalakiya wan li seranserê Tirkiyeyê belav bibe.
Eqrebayên nexweşan ên li wir eleqe nîşanî çalakiya wendekaran dan û li dû çalakiyê xwendekar çûn seredana zarokên ku ketine devê nexweşiya losemiyê û bi wan re sohbet kirin.
Xwendekara Fakulteya Hunerên Bedew a ZYYyê Fatma Tirak a ku pêşengtiya çalakiyê kir daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ji bo ku bal bikşînên li ser rewşa nexweşên losemiyê ew hatin ba hev.
Tirakê diyar kir wan xwest ji bo zarokên ku nexweşiya losemiyê ketine tiştekî bikin û fikreke wiha hat aqlê wan û wiha berdewam kir: "Haya tu kesî ji rewşa wan a dijwar tuneye. Hevalên ku haydar in jî bêeleqe dimînin. Em jî bi armanca hişyarî û balkişandina li ser vê mijarê derketin ser rê."
Tirakê destnîşan kir ku di çarçoveya çalakiyê de jê 3ê qîz 26 xwendekaran porê xwe kur kirin û wiha xeberda:
"Em dixwazin ku ev çalakiya me wekî zincîrê belayî hemû Tirkiyeyê be û ji bo vî em jî bûn heleqa pêşîn. Em ji vir bangî xwendekarên Zanîngha Dîcle û Akdenîzê dikin û dibêjin ku em li vir in, ka hûn li kuderê ne?"