Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cabbar Yaver der heqê îdiayên firarkirina pêşmergeyan de got: "Em guh nadin wan îdiayên ku li ser medyayê belav dibin û di çapemeniyê de tên weşandin. Ew nûçe derew in. Pêşmerge ji bo piştgiriyê bide şervanên Kobanêyê çûn."
Cabbar Yaver piştî ku bi Wezîrê parastinê yê Iraqê Xalid Ûbeydî re hevdîtin kir civîna çapemeniyê li dar xist. Yaver ji bo pirsa rojnamegeran ya der heqê firarkirina pêşmergeyan de wiha got: "Pêşmerge ji bo piştgiriyê bidin şervanên Kobanêyê çûn. Em her tim bi wan re diaxivin, haya me ji hev heye. piştgiriya ku didin şervanan niha pir baş dimeşe. Em guh nadin wan îdiayên ku li ser medyayê belav dibin û di çapemeniyê de tên weşandin. Ew nûçe derew in. Tiştê girîng ewe ku me leşker şand Kobanêyê û ew niha li wê derê şer dikin."
Tê gotin ku komek pêşmergeyên din jî dê bişînin Kobanêyê û Yaver ji bo vê yekê jî got: "Li ser şandina pêşmergeyan hêj tu nirxandinek nehat kirin. Ji bo şandina pêşmergeyan meqamê ku biryarê bide jî parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê ye."