ŞANLIURFA
Ji ber pevçûnên ku li Kobanêya Helebê di nabeyna DÎŞI û hêzên kurdan de dewam dikin, li rojhilatê Kobanêyê di avahî û dikanan de xisarên mezin çêbûn.
Nêzî mehekê ye li Kobanêyê pevçûn berdewam dikin. DÎŞIyê qismeke mezin ê rojhilatê Kobanêyê bi dest xistiye û hêzên koalîsyonê yên di serkêşiya DYAyê de kozikên DÎŞIyê bombebaran dikin.
Ji ber pevçûnan rojhilatê Kobanêyê kavil û wêran bû.
Tevdîrên ewlehiyê yên li ser xeta sînor dewam dikin.