Ban li ofêsa Cenewreyê ya NYyê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji ber êrîş û înfazên kumkujiyên ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dike, di fikaran de ne.
Sekreterê Giştî Ban got: "Li Iraqê û derveyê Iraqê xetereya derketina şerekî berfirehê mezhebî heye."
Ban ji bo di nav kiryarên berfireh de be bangî Serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malikî kir û wiha axivî: "Divê Iraq bi tenê welatek be, şiî, sunî û kurd bi hev re bijîn."
Ban destnîşan kir ku divê hemû serokên komên Iraqê ji piştgirên xwe bixwazin ku bira li pey çalakiyên heyfê nebin. Ban revandina nûnerên dîplomatîk û kuştina kesên sivîl şermezar kir.
Ban eşkere kir ku bi serokên Tirkiyeyê û Îranê re axivîye, hevîdar e ku bi piştevaniya hêzên civata herêmî û navneteweyî ve hikûmeta Iraqê yê li welêt aştî û îstiqrarê bîne cih.
- Sûriye
Ban bi bîr xist ku şerê li Sûriyeyê di sala xae ya 4an de ye, di rapora dawî ya Komisyona Lêkolînên Sûriyeyê ya NYyê de jî hatiye eşkerekirin ku li Sûriyeyê jan û êş hê didome û wiha got:
"Hemû aktorên herêmî û aliyên ku tesîra wan li ser komên Sûriyeyê hene divê ji bo çareseriya aştî û siyasî bi hev re bixebitin û ev jî pêwîstî ye."