Di çarçoveya doza ku der barê bicihkirina cîhaza guhdarîkirinê ya bi navê "kêzikê" ya li ofîsa Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de tê meşandin 11 peywirdarên ewlekariyê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin de îro serê sibehê di saet 06.00an de Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Enqereyê, Diyarbekir, Stenbol, Karabuk û Yozgatê operasyonên hevdemî hatin kirin. Di operasyonan de li Enqereyê 6, li Diyarbekirê 1, li Stenbolê 1, li Karabukê 1 û li Yozgatê jî 2 anku bi tevahî 11 kes hatin binçavkirin. Midûrê ewlekariyê yê ji sinifa çaremîn Serhat Demîr jî ji ber ku derveyê welat e nehat binçavkirin, lê li mala wî lêgerîn tê kirin.
- Kesên binçavkirî
Di çarçoveya doza ku bi tawanbariya "sîxuriyê" tê meşandin de kesên ku hatin binçavkirin ev in:
- Midûrê Ewlekariyê yê ji sinifa 4emîn Mehmet Yuksel. Yukselê ku Serokê Berê yê Daîreya Parastina Serowezîrtiyê ye, a niha di Serokatiya Lijneya Raçevkirina Polêsan de kar dike.
- Midûrê Ewlekariyê yê ji sinifa 1emîn Zekî Bulut. Midûrê berê yê parastina Serokwezîr Erdogan bû û a niha jî di Serokatiya Lijneya Raçevkirina Polêsan de kar dike.
- Midûrê Ewlekariyê yê ji sinifa 3yemîn Alî Ozdogan. Ozdogan li Serokatiya Daîreya Îstixbaratê û li A. Gaffar Okkan PMYOyê kar dike.
- Midûrê Ewlekariyê yê ji sinifa 4emîn Serhat Demîr. Demîr personelê berê yê Daîreya Parastina Serowezîrtiyê bû û ji ewlekariyê îstifa kir. Demîr a niha li derve ye û ji ber vê jî nehat binçavkirin.
- Midûrê Ewlekariyê yê ji sinifa 4emîn Sedat Zavar. Zavar li Serokatiya Daîreya Îstixbaratê dixebite û a niha jî li Midûriyeta Ewlekariya Bajarê Erziromê kar dike.
-Ahmet Turer ji amîrtiya Ewlekariyê hat îxrackirin. Turerê ku li Serokatiya Daîreya Parastina Serowezîrtiyê xebitî ji kar hat avêtin.
-Komîser Enes Çîgcî. Çîgcî li Serokatiya Daîreya Îstixbaratê dixebite, li navçeya Golbaşiyê ya Enqereyê xebata xwe didomîne.
-Karmend Serpolês Îbrahîm Sari li Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Ewlekariya Bjarê Enqereyê dixebite.
-Karmend Polês Hurşît Golbaşi li Midûriyeta Şaxa Teknîk û Ewlekariya Parastina Serokwezîrtiyê dixebite.
-Karmend Polês Harûn Yavûz li Midûriyeta Ewlekariya Bajarê Hekariyê dixebite.
-Karmend Polês Seyît Saydam li Midûriyeta Şaxa Lêkolîn û Îmhaya Bombeyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajarê Enqereyê dixebite.
-Karmend Polês Îlker Usta ji Serokatiya Daîreya Îstixbaratê tayîna wî derkete Midûriyeta Ewlekariya Bajarê Diyarbekirê.