ŞIRNAK
Îsmaîl Guzelê 10 salî li Cizîra navçeya Şirnexê ji bo avjeniyê kete çemê Dîcleyê. Guzel di avê de çû û winda bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, 3 zarên ku li taxa Qonaxê rûdinên, li tanga pireya Cizîrê ji bo ku hênik bin ketin çemê Dîcleyê. Îsmaîl Guzel demekî bi hevalên xwe re sobanî kir paşê di avê de çû. Hewalên wî dîtin ku Guzel di avê de diçe ji welatiyên li dorberê alîkarî xwestin. Welatiyan jî ji rayedaran re caw şandin.
Ekîba xozneberan a Şaredariya Cizîrê ji bo filitandina Guzel hatin cihê bûyerê. Ji ber kêmasiya hacetan xebatên filitandinê dest pê nekir. Li ser vê yekê Midûrê Ewlekariya Navçeyê Mehmet Kara ji Midûriyeta Ewlekariya Wanê ekîba Filitandin û Lêgerîna Bin Avê xwest.
Welatiyan ji bo ku Îsmaîl Guzel xelas bikin bi derfetên xwe ve xebat dan destpêkirin.