Li gelek bajarên Iraqê yên ku di bin tehdîta Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de ne, kêmasiya sotemeniyê rû da. Li ber îstasyonên neftê yên li bajarê Hewlêrê wesaît ketin dorê û dor dirêj bû.
Ji ber êrîşên DÎŞIyê ji her sê rafîneriyên ku têra pêdiviya herêmê neftê rafîne dike, bi awayekî rêk û pêk neft nayê. Sewqiyata ku ji derveyî herêmê tê herêmê jî sekinî. Ji ber vê yekê li ber îstasyonên neftê dorên dûv û dirêj çêbûn û ev jî balê dikşînin. Ji ber tengasiyê tenê 20 îstasyon neftê difroşin, îstasyonên din di hin saetên diyarkirî de neftê difroşin.
Pêdiviya nefta Hewlêrê ji rafîneriya Xebatê tê. Ev rafîne di nav sînorê Hewlêrê de ye. Midûrê Giştî yê Rafîneriyê Arî Kakeşîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew rojê 2 milyon lître neft rafîne dikin û îdia kir ku li herêma kurdan tengasiya neftê dê dernekeve
Kakeşîn der barê dora wesaîtan ya li ber îstasyonên neftê de jî wiha got: "Gel tirsiya ku benzîna wan dê xelas bibe û ji ber vê yekê her kes di carekê de li ber depoyan civiya. Em temînatê didin ku gelê me dê tengasiya benzînê nekşîne. Li herêma Kurdistanê qrîza neftê dê dernekeve."
Kakeşîn got ku kesên ji derve tên benzînê dikirin û difroşin komên terorê. Ji ber ku pêşî li vê bê girtin tenê 20 îstasyon dê neftê bifroşin, yên din jî dê di hin saetên diyarkirî de neftê bifroşin.
Li Kerkûkê ji ber êrîşên DÎŞIyê ji rafîneriya Beyjiya bajarê Tikrîtê neft nayê û tengasiya neftê heye.