BANGKOK
Sererkanê Taylandê Prayuth Chan-ocha di daxuyaniya xwe ya ku di têlevîzyona neteweyî de hat weşandin de diyar kir ku wan ji ber nediyarî û aloziya siyasî ya 6 mehan a li welat biryar stendin ku bi derbeyê ve dest bidin li ser rêveberiyê û bi wî hawî îstiqrar û asayîşê bînin cih.
Sererkan Prayuth Chan-ocha daxuyand ku ji niha û pê ve êdî komîsyona ku rewşa awarte bi rê dibe dê dest bide li ser rêveberiya welat jî.
Li Taylandê artêşê roja sêşemê ji ber pevçûn û çalakiyên komên dijî hikûmetê rewşa awarte îlan kiribû.