QAHÎRE
Medyaya Misirê ji bo ku piştgiriyê bide Wezîrê Parastinê û Sererkan Abdulfettah Sîsî, bangî xwepeşandêrên derbexwaz kir ku dakevin meydanan. Saziyên kamuyê û sendikayên karkeran jî ji bo heman yêke hewl dan.
Medyaya Misirê, gulebarandina li ser welatiyên li Meydana Rabiatul Adewiyê, wekî mudaxaleya li terorîstan hatiye kirin nîşan da.
Medyaya, ku duh xwepeşandêran li Meydana Adewiyeyê wek terorîst nîşan dan, îro jî serenavê "Fermana kuştina terorîstan" bi kar anî.