XAZZE
Hîdayet es-Saîdî - Îsraîlê di sala 2006an de santrala ku li Xazzeyê ceyran tê de tê temîn kirin bombe kir. Li ser vê jî Xazzeyî ji bo temînkirina ceyranê ji aliyê Misirê sotemenî dianîn û ceyranê bi vê rêyê temîn dikirin. Lê li Misrê piştî ku artêşê dest da li ser birêvebiriyê ev derbasokên binerd yek bi yek tên xerakirin û ji ber vê jî Xazzeyî dikevin nav tengasiyan.
Niha ji ber ku temînkirina sotemeniyê pirsgirêk e, santralên ceyranê û tesîsên parzînê nayên şixulandin.
Li Xazzeyê ji ber ku tesîsên parzînê naşixulin temînkirina ava vexwarinê pirsgirêk e. Hat diyarkirin avên gemarî yên ku bêparzîn tevilî ava behrê dibe ku di pêşerojê de bibe sedema nexweşiyan.
Midûrê Îdareya Parzîna Ava Şaredariyên Peravan Mûnzîr Şeblag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û dest nîşan kir ku temînekirina sotemeniyê li ser tesîsên parzîna avê bi bandor e û wiha dewam kir: "Tesîsên parzînkirina avê ji ber ku tam naşixulin, ava gemarî tevilî ava Behra Spî dibe û ava behrê jî gemarî dike û zirarê dide hawirdorê jî. Li Xazzeyê avên gemarî yên ku tên parzînkirin, dibe ava vexwarinê û nêzî milyonek û 700 hezar kes vê avê vedixwe. Ji ber ku sotemenî tuneye, em tesîsan bi seranser nikarin bidin şixulandin. Bi tenê dema ku ceyran heye em tesîsê vedikin. Tesîsa Parzînkirinê rojê nêzî 8 saetan dişixule û ji ber vê jî her gav av tê birîn. Car heye li hin herêmên Xazzeyê du hefte li ser hev av tê birîn."