Berdevkê Serokwezîrtiya Îsraîlê Ofir Gendelman di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de diyar kir ku kabîneya ewlekariyê ya di serokatiya Serokwezîr Bînyamîn Netanyahû de di civîna îro ya serê sihbehê de hewla agirbestê ya Misirê pesend kir.
Gendelman destnîşan kir ku agirbestê ji saet 09.00an û şûnde dest pê kir.
Misirê ji bo sekinandina xwîna ku ji ber êrîşên Îsraîlê diherike duh daxuyanî dabû ku di nava herdu hêlan de dest bi xebata navçîtiyê kirine.