Gazvan el- Cûbûriyê ku ji eşîra Cûbûrê ye daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "DÎŞI piştî pevçûnên duh ên di seranserê rojê de, qontrola bajarokê bi temamî bi dest xist. Di pevçûnan de 8 polês hatin kuştin, 7 ji wan polês 16 kes jî birîndar bûn."
Cûbûrî da zanîn ku komên çekdar û DÎŞIyê duh di piraniya bajêr de qontrolê bi dest xist. Cûbûrî got ku piştî ku milîtanan pireyên ku hatûçûya bajarokên din bi wê dihat kirin û hin avahiyên hikûmetê teqandin, pêşdeçûna xwe berdewam kirin. Cûbûrî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Artêşa Iraqê digel banga gel ji hewayê û bejayê arîkarî neşand herêmê, vê yekê jî karê DÎŞIyê hêsantir kir."
Li welêt ev demek e ku pevçûn hene û valahiya otorîteyê heye. Milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û hêzên hin eşîran, digel bajarên wekî Mûsil, Tikrît, Bakûba û Telaferê navçeyên Enbarê yên wekî El-Qaîm, Rawe, Aneh, Ratbe û Hadîseyê jî bi dest xistibûn. Nêzî milyonek sicîl mecbûr mabûn ku ji ber pevçûnan koç bikin.