Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê ya ku li Xezeyê bi awayekî fiîlî peywira xwe didomîne, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê de heta niha 194 kes mirin û hin jê giran hezar û 400 birîndar hene.
Di lîsteya dawîn a Wezareta Tenduristiyê de hat diyarkirin ji kesên ku mirin jê 39 kes jî zarok in.
Li Rojavayê Şerîayê di 12ê hezîranê de 3 xortên cihû winda bibûn û piştî 18 rojan cesedê wan hatibûn dîtin. Di 2yê tîrmehê de jî niştecihên cihû, xortê filistînî Mihemed Ebû Xûdayr revandibûn û saxesax şewitandibûn û kuştibûn. Piştî van bûyeran di 7ê tîrmehê de Îsraîlê li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" dest bi operasyonê kir.