SÎNCAR
Serokê Şaxa Sîncarê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Babîrî got: "Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî û Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî gotin ku bila Tirkmen birçî û şeveder nemînin. Cih bidin wan, mazûvanî û alîkariya wan bikin."
Endamê Lijneya Rêveberiya Heyva Sor a Tirk Kamîl Kolabaş û şandeya bi pê re Tirkmenên ku malên xwe terikandin û xwe spartin Sîncarê ziyaret kirin. Kolabaşê ku kêmasî di cih de tespît kirin, destnîşan kir ku Heyva Sor a Tirk ji bo temînkirina kêmasiyan xebatên xwe bê navber didomîne.
Kolabaş Serokê Şaxa Sîncarê yê PDKyê Babîrî jî ziyaret kir. Kolabaş û Babîrî li ser mijara alîkariya ji bo Tirkmenan qederekê xeberdan.
Piştî ziyaretê Babîrî ji AAyê re xeberda û diyar kir ku DÎŞIyê ji 16ê hezîranê û şûnde Mûsil kir kontrola xwe û ji vê şûnde jî çi bi rutbe û çi jî bê rutbe, leşkerên Iraqê çekên xwe danîn û revîn.
Babîrî destnîşan kir ku DÎŞIyê heta niha êrîş nebir li ser herêma wan û ji xwe Pêşmerge jî hemû aliyên Herêma Kurdistanê diparêzin.
- "Zarok ji ber germê dimirin"
Babîrî bal kişand ku ew wekî gelê Sîncarê, xwedî li Tirkmenên ku xwe spartin wan derketin û wiha dewam kir: "Serokê HKIyê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî gotin ku bila Tirkmen birçî û şeveder nemînin. Cih bidin wan, mazûvanî û alîkariya wan bikin. Gelê Sîncarê jî Tirkmenan di mala xwe de xweyî dikin, lê yên mayî jî li dibistan, medrese û mizgeftan hatin bicihkirin. Em li gel Tirkiyeyê alîkariya wan dikin. Lê dîsa jî kêmasiyên me hene. Aniha fikra me avakirina kampekê ye. Dê av û ceyrana kampê jî hebe."
Babîrî diyar kir heke ku destê alîkariyê neyê dirêjkirin ew ê gelekî tengasî bikşînin û wiha pê de çû: "Jixwe gelê vê derê xizan e. Zarok ji ber germê dimirin. Helbet heta niha xwe ji alîkariyê nedan alî, lê barê me gelekî giran e. Divê alîkariya van mirovan bê kirin."