HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) koma meclisê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo geşedanên li Mûsilê civiya.
Di civînê de mijara gelê ku ji Mûsilê direvin û xwe dispêrin Hewlêr û Dihokê hat rojevê û hat destnîşankirin ku divê parlemento teqez ji bo pirsgirêkê çareseriyan bibîne.
Serokê Koma Meclisê yê PDKyê Umîd Xoşnav daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Xoşnav destnîşan kir ku rewşa li Mûsilê bi rewşa giştî ya li Iarqê re têkildar e û wiha got: "Ev encama siyaseta Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî ye. Divê neyê înkarkirin ku geşedanên dawîn dê rê li ber pevçûnên mezhebî û miletî veke."
Xoşnav diyar kir ku biserketina DÎŞIyê ya li Mûsilê ji bo Herêma Kurdistanê û bajarên kurdan xetere ye û wiha axivî:
"Me bangî serokê parlementoyê kir ku bi rojeva Mûsilê bicivin. Divê di civînê de li gor hemû faktoran biryar were girtin. Faktorên însanî, leşkerî û ewlehiyê hene. Çimkî dê ev him bandorê li Kurdistanê bike û him jî li herêmên kurdan bike. Divê hikûmeta Kurdistanê amade be."
Xoşnav diyar kir ku naxwazin di navbera DÎŞIyê û pêşmergeyan de pevçûn derkeve û wiha got: "Em naxwazin pêşmerge bikeve şer. Lewra em naxwazin şerê mezhebî û miletî derkeve. Ji ber vê jî em naxwazin bibin teref. Ji ber siyaseta Iraqê Iraq ketiye rewşeke tevlihev û em dixwazin ji vê rewşê xilas bibe."