QAHÎRE
Midûrê Nexweşxaneya el- Emîriya li Îskenderiyeyê Ûsama es- Siûd, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di navbera derbexwaz û derbenexwazan de pêvçûn derket. Her du aliyan bi kevir û molotofan êrîşî hev kirin û kesek mir û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyan li bajarê el- Barudayê bajaroka el- Buhayraya li bakur jî di navbera derbexwaz û derbenexwazan de pêvçûn derket. Di pêvçûnê de herî kêm 20 kes birîndar bûn.