ERBÎL
Bi hezaran malbatên Sûriyî yên ji şerê navxweyî reviyane li Herêma Kurdistana Federal a Îraqê hatin bicihkirin. Di qampan de cih heye lê gelek Sûriyî li kuçe û kolanan dijîn. Erd bûye doşeka wan, esman jî bûye banê wan. Wekî her car dîsa êş û kesera herî xedar jî dayîk dikişînin.
Li hemû kuncên bajarê herî mezin ê Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal Hewlêrê mirov dikare penaberên Sûriyî bibîne. Hejmara penaberên Sûriyî her diçe zêdetir dibe û kolan, tax, qeraxên rê, peyare û xerabe tev bi wan tijî ne. Malbatên reben betaniyên ku welatî didin wan li erdê radixin û li ser radikevin.
Rewşa malbatên penaber dilan dişewitîne. Bi taybetî jî rewşa zarokan pir xerab e û ev yek ji wan re pir giran tê.
Rêvebirên herêmê jî ji vê rewşê gilîdar in. Lewra di qampan de cih heye lê malbat qebûl nakin ku derbasî qampan bibin. Lewra malbat hêvî dikin ku li Hewlêrê ji xwe re jiyaneke nû ava bikin. Gelek ciwanên Sûriyî di înşaatan de dixebitin. Hinek jî li kolanan parsektiyê dikin.