SURİYE
Rêxistina Mafên Mirovên Suriyê (SNHR) diyar kir ku di operasyonên li dijî mûxalifan de ku ji hewayê û bejayê didomin, li banliyoyên Şamê 45, li Helebê 27, li Deyrû'z Zorê 17, li Îdlîb û Xûmûsê 8, li Derayê 4, li Hama û Lazkiyeyê 3, bi tevahî 115 kes mirin.
Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyê (LLS) diyar kir ku Yekîneyên bi Artêşa Azad ya Misrê (AAS) ve girêdayî, li herêma Kabûna Şamê tanqek îmha kirin. Her wiha tê gotin ku li herêma Berzeyê di navbera Mûxalif û hêzên Esed de pevçûneke tund didome û balafirên şer yên artêşê bombe dibarînin herêmê.