Proje bi destê Qaymeqamtiya Heskîfê tê çêkirin da ku tûrîstên biyanî û xwemalî bikaribin êvarê jî Heskîfê ziyaret bikin.
Qaymeqamê Heskîfê Temel Ayca daxuyanî da û got ku bi vê projeyê ve Heskîf êvarê jî dê bixuyê.
Ayca destnîşan kir ku biryara projeyê hê ji lijneyê derneketiyê û ev proje dê bibe sedema pêşveçûna tûrîzma Heskîfê û wiha pê de çû: "Heta niha li Hasankeyfê êvaran ronahiyeke baş tunebû. Ji ber vê jî me biryar da ku em vê projeyê çêbikin. Perê projeyê amade ye. Heke ku di lijneyê de bê mohrkirin, em ê di nav mehekê de projeya xwe temam bikin."
Ayca got ku bi projeyê ve cihên dîrokî yên Heskîfê jî dê êvarê bixuyên û wiha dewam kir: "Bi vê projeyê ve piyên pira Heskîfê, kelhe, minareyên mizgeftê, Tirbeya Zeynel Beg û cihên dîrokî yên din dê hemû bên ronahîkirin. Tûrîstên ku êvarê li Heskîfa bajarê qedîm bêhna xwe vedidin, dê dîmenê dîrokî temaşe bikin. Li vê derê di demeke nêz de xebatên peyzajê jî dê bên kirin û Heskîfa xweşik dê derkeve holê."