Jiyan

Ji dibistana gundekî Batmanê gelek bijîşk, parêzer, mamoste û endazyar derketin

Fecri Barlık, Şahin Seçen  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Ji dibistana gundekî Batmanê gelek bijîşk, parêzer, mamoste û endazyar derketin

Batman

 Gelek kesên ku di sinifa yekkirî ya dibistana gundê Kayikliya girêdayî Heskîfa navçeya Batmanê xwendin, piştra li dibistanên şevînî yên Sêrtê û parêzgehên derdorê xwendina xwe domandin û bûn xwedî pîşe.

Gundê Kayikliyê yê li ber keviya Rûbarê Dicleyê ku berê girêdayî Sêrtê bû, piştî çêbûna Bendava Germavê di sala 2017an da, bi Heskîfa navçeya Batmanê va hat girêdan.

Gundê ku sala 1993yan bi sedema ewlehiyê hatibû valakirin, berê 130 xanî û 550 serjimêra wê hebû.

Di wê serdemê de, gundiyan bi belemên ku wan bi xwe çêdikirin, ji bo derbasbûna Rûbarê Dicleyê bikar dibirin. Zarokan bi vê rêya xwe digihand Sêrtê û xwendina xwe didomand. Piştî wê bi îmkanên ku dewletê dan li dibistanên şevînî yên derdorê xwendin.

Tevî zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû man zarokan hîn bêtir xwe dane xwendinê û di 20 salên dawî da, ji gund 53 bijîşk, bi piranî hemşîre, nêzîkî 100 pisporên tenduristiyê, 20 parêzer, 150 mamoste û gelek endazyar, derketin.

Niha, gund 30 mal û nifûsa wê nêzîkî 120 e, lê dibistana li wir êdî perwerdehiyê nade ji ber ku hejmara malbatan kêm bûye û gundî zarokên xwe ji bo dibistanê dişînin navenda bajêr.

- "Xwendekarên me berê li dibistana şevînî dixwendin"

Muslum Bulat, muxtarê gundê Kayikliyê, ji nûçegihanê AAyê re got ku malbatên ku ji gundê ku îro 30 malbat û nêzîkî 120 niştecihên wê hene, derketine, niha bi giranî li Sêrtê, navenda bajarê Batmanê û navçeyên derdorê dijîn.

Bulat diyar kir ku di demên berê da, ji ber derfetên perwerdehiyê yên li gund kêm bûn, her kesî zarokên xwe dişandin dibistanên şevînî ên li Sêrtê û got, "Xwendekarên me berê li dibistanên şevînî dixwendin. Niha, hin ji wan hem li navenda bajêr û hem jî li gund malên wan hene. Zarokên me ji xwendinê hez dikin. Ev tiştekî ecêb e. Doktor, parêzer û gelek mamoste û hemşîreyên me hene. Em bi wan serbilind in. Bi hêvî me ku zarokên îroyîn, xwişk û birayên xwe yên mezin wekî model bigirin."

Bulat destnîşan kir ku li gund ji bo perwerdeyê giringî tê dayîn û 2 xwendekaran par di azmûna zanîngehê derbas kir û ji bo fakulteya bijîşkî hatin qebûlkirin.

Bulat tekezî kir ku di navbera xwendekarên ku li wargehan dijîn da jî rikaberiyeke şêrîn û dostane hebû û got: "Ji gundê me 53 bijîşk, nêzîkî 100 hemşîre û xebatkarên tenduristiyê yên din hene. Nêzîkî 150 mamosteyên me hene. Zarokên min li Sêrtê dixwînin. Ji ber ku li vir dibistan tune ye, em neçar in wan bişînin wir."

- "Dîtina perwerdeyê pir bi qîmet bû"

Pisporê Anestezî û Reanimasyonê Dr. Mehmet Beşîr Yildirimê ku li Batmanê di nexweşxaneyeke taybet da dixebite jî diyar kir ku ew li gundê Kayikliyê di sinifa ku ji gelek polan pêk tê da perwerde bû û çûyîn û hatina dibistanê gelekî zehmet bû, lê wî tu carî dev ji xeyalên xwe berneda.

Yildirim wiha dewam kir, "Gundê me ji ber ewlehiyê di 1993yan da hat valakirin. Me paşê di dibistanên ku wargehên wan hene da xwend. Di gund da ewilî ez bûm bijîşk. Paşê bi sedan kes ji zanîngehan mezûn bûn. Dîtina perwerdeyê ji bo şêniyên gund pir bi qîmet bû."

- "Em 2 malbat di maleke ku 2 odeyên wê hebûn da diman"

Pisporê Nexweşiyên Hundirîn Endamê Hîndekariyê Dr. Mehmet Selîm Memîşê ku di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê da wezîfedar e jî diyar kir ku malbata wan ji 8 xwîşk û birayan pêk tê û wiha dewam kir, "Piştî ku em ji ber ewlehiyê mecbûr man û ji gund derketin, derfetên me tunebûn û em di nava xizaniyê da mezin bûn. Li gund deriyê debarê pir kêm bûn. Debar tenê ji fistiq û sîran dihat. Ji ber vê yekê çavê gel tenê li xwendinê bû û wekî rêya xelasiyê xwendin dihat dîtin. Digel hemû zehmetiyan li pêşiya xwendinê astengiyeke rastîn tuneye."

Huseyîn Kayayê ku li Sêrtê parêzeriyê dike jî ew serbilind e ku ji gundê wan ewqas xwende derketine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.