Fatih Gazioğlu
20 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2019
Balafirên şer yên biyanî li Mîsrataya bajarê Libyayê ya ku dikeve rojhilatê Trablusê hin hedefên eskerî xistin.
Berdevkê Operasyona Burqan el-Xedeb a girêdayî Hikûmeta Mutebaqata Neteweyî (UMH) Mistefa el-Mecî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku got ku balafirên şer yên biyanî li kampa Tabûra Hittîn û Parastina Esmanî ya ku li bajarê Mîsratayê ne xistin.
Mecî der barê nasnameya balafirên şer ka yên kîjan dewletê ne agahî neda.
Mecî got ku dir êrîşê de tu kesî zirar nedît û mirî tunene.
Mecî got ku di dema êrîşê da wan li ser bajêr hin teyarên bêmirov jî tespît kirine.
Hefteyê borî balafirên şer yên Xelîfe Hefterê dijî Kolejên Hêzên Esmanî yên Mîsratayê êrîşek li dar xistibû.
General Xelîfe Hefter ji bo Trablusê bi dest bixe di 4ê Nîsanê da fermana êrîşê dabû, hêzên UMHyê jî li hember wan operasyon dabûn destpêkirin.
Li ser vê yekîneyên UMHyê ku xwedî meşrûiyeta navnateweyî ye jî li dijî vê yekê bi navê Burqan el-Xedebê va dest bi operasyonê kiribû.
Hefterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê welêt herî dawîn di 12ê berfanbarê da bi navê "Şerê Eşkerekirinê" fermana êrîşê dabû ku êrîşî Trablusê bikin.
Li dijî fermana êrîşê ya Hefter li Mîstrata û 10 bajarên li rojavayê welêt seferberî hatibû îlankirin.