Abdullah Tel
20 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2019
Xwepêşanderên li Bexdaya paytextê Iraqê piştî îstifakirina Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî ji ber ku hikûmeta nû hêj nehatiye eşkerekirin Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Halbûsî protesto kirin.
Çalakvanên li Meydana Tehrîrê kom bûbûn ji ber ku Serokomar Salih bo damezrandina hikûmeta nû pêşniyazek ji namzedên hatine kifşkirin ra nebiriye bertek nîşan dan û bi protestoyê va ew tevlî Serokê Meclisê Halbûsî rexne kirin.
Li gor dîmenên ji ser medyaya civakî hatin parvekirin çalakvanên li Bexdayê di drûşmeyên xwe da her tim dibêjin "Berhem û Halbûsî dor hatiye we" vê hevokê berz dikin.
Li gor destûra bingehîn a Iraqê Serokomar ji bo damezrandina hikûmetê divê di nav 15 rojan da wezîfeyê bide namzedekî. Lê ev qewl îşev di saet 24.00î da diqede.
Namzedê ku Salih ji bo damezrandina hikûmetê erk dayê divê ji hêla meclisê va jî bê pesendkirin.