Emrah Yelboğa, Yeter Erdine
30 Îlon 2026•Rojanekirin: 30 Îlon 2026
Li Samsata navçeya Adiyemanê minîbusek welgeriya, 12 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê Tayfun Salman û plaqeya wê 07 AHV 836 e li ser rêya Adiyeman-Samsatê, li nêzîkî gundê Dogancayê welgeriya.
Ekîbên agirkujê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 12 kes birîndar bûn.
Ekîban birîndar rakirin nexweşxaneyê.