Hat ragihandin ku hêzên rêxistina terorê ya DÎŞIyê li herêma El-Hadiraya Bexdayê balafireke leşkerî xistin.
Li gor nûçeya radyoya El-Beyanê ya girêdayî DÎŞIyê, hêzên parastinê yên hewayê li nêzîkî îstgeha Beledê balafireke leşkerî xistin û pîlotê wê jî rehîn hildan.
Hê nehat eşkerekirin ku balafir a kî ye.
Der barê bûyerê de ji hêzên hewayê ya Iraqê û hêzên koalîsyonê ya serkeşiya wê Amerîka dike hê daxuyaniyek nehat dayîn.
Li bajarê Rakkayê ya Sûriyeyê jî hefta borî balafireke hêzên koalîsyonê ya serkeşiya wê Amerîka dike hatibû xistin. Artêşa Urdûnê qebûl kiribû ku balafir a wan e.