BEXDA
Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Fuat Mesûm ji niştimanevaniya Îngilistanê derket.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokomariyê hat dayîn "Fûat Mesûm di serdema rejima Baasê de ji bo seferê ji Îngilistanê pasaport û nasnameya niştimanevaniyê stendibû. Fûat Mesûm ev pasaport û nasname îade kir."
Li gor daxuyaniyê Mesûm pasaport û nasnameya niştimanevaniyê bi nameyeke sipasiyê ve teslîmî Balyozxaneya Bexdayê ya Îngilistanê kir.
Li gor Makezagona Iraqê qedexe ye ku rayedarekî payebilind ê dewletê, bibin welatiyên welatê din. Haydar el Îbadî jî di 15ê îlonê de ji welatîtiya Îngilistanê derketibû.
Di dewra Seddam Huseyîn de siyasetmedarên şiî û kurd yên li Iraqê, bêyî destûra rêvebiriya Bexdayê nikaribûn ku bi pasaportê Iraqê derbikevin derveyî welêt. Her wiha piraniya wan ji welatên Ewropayê daxwaz kiribûn ku xwe wek penaberên siyasî bispêrin wan welatan. Ji ber zordariya rejimê, piraniya siyasetmedarên mixalif, qismekî jiyana xwe li derveyî welêt derbas kir. Vê rewşê heta têkçûna rejima Baasê, ango heta 2003yan dewam kir.