ENBAR
Hat ragihandin ku li Enbara Iraqê di pevçûnên navbera hêzên ewlekariyê yên Iraqê û rêxistina terorê DÎŞIyê de 25 milîtan hatin kuştin.
Midûrê Ewlekariyê yê Hadîseyê Serheng Faruq el-Cuxeyfî ji nûçagihanê AAyê re daxuyand ku bi alîkariya hêzên koalîsyonê li hember milîtanên DÎŞIyê êrîş hat kirin. Di pêvçûnê de 11 milîtan kuştin, 3 wesayît îmhakirin û 3 polês jî birîndar bûn.
Ji yek rayedarên ewlekariyê yê Enbarê Serheng Hemîd Şenduh jî got ku di êrîşên DÎŞIyê yên Ramadiyê de pevçûn çêbûn û 10 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin. Şenduh got ku dema milîtanan hewl dane ku li herêma El-Hewza Ramadiyê teqemeniyê di malekî de cih bikin, teqemenî teqiyaye û 4 milîtan mirine.