Ji ber ku Zabitayên Şaredariya Mezin a Amadê konê malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistinê ve hatine revandin ji cih rakir, malbat çûn Qada Dagkapiyê û li wir çalakiyê didomînin. Malbatan dest bi greva birçîbûnê kir. Hat ragihandin ku ji ber germê û tîbûnê hin kes nexweş ketin.
Tîmên tenduristiyê di ambulansê de dayik Zahîde Bedîrê tedawî kirin. Bedîrê ji ber ku nedixwest ji qada çalakiyê biçe, ji bo tedawiyê neçû nexweşxaneyê.
Tansiyona Muazzez Denizê ket, Fûat Çakrazê ku nexweşiya şekir pê re heye jî li qada çalakiyê ji xwe ve çû. Her du nexweş ji bo dermankirinê şandin Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubiyê ya Diyarbekirê.
Mêrê Zahîde Bedîrê Osman Bedîr daxuyanî da, di daxuyaniyê de diyar kir ku duh di saet 08.00an de dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha dewam kir: "Em ê îro heta êvarê dewam bikin. Zikê xanima min diêşiya. Mudaxaleya ewil di ambulansê de hat kirin. Me xwest ku em wê bibin nexweşxaneyê lê qebûl nekir. Em mezlûm in û zarokên xwe dixwazin. Heke zarokên min bidine min ez kêliyekê jî li vir nasekinim."
Sureyya Toklara ku lawê wê yê 14 salî Efekan Toklar hatiye revandin jî ji Wanê hat û beşdarî çalakiyan bû. Toklarê got ku ji ber birçîbûn û hewaya germ aciz bûye, dilê wê li hev dikeve û vedireşe.
Toklarê got "Birçîbûn heye, hewa germ e û halê min nîne. Me tenê ava bişekir û çay vexwar." Toklarê îfade kir ku hin dayikên ku nexweşîna wan a şekir hebû ji xwe ve çûn û ew sewqî nexweşxaneyê kirin.
Dayikan got ku ji ber revandina zarokên xwe ew pir xwemgîn in û wiha dewam kirin: "Dilê me dişewite. Ev çalakî dê heta rojiya mirinê dewam bike. Bila zarokên me bidin. Li hêviyê sekinîn pir dijwar e. Bila alîkariyê bidin me. Ev bi alîkariya kesekî çareser nabe. Bila hemû alîkariyê bidin me. Çi ji destê kî/kê tê bila bike."
Zeynep Baytoka ku ji bo lawê xwe beşdarî çalakiyan bû jî got ku heta lawê wê venegere dê nan nexwe û wiha pê de çû: "Du roj in ku çalakiya me dewam dike. Halê me nîne, hişê me diçe û em westiyane. Em nikarin li ser piya bisekinin. Ji bo xatirê Xwedê bila çareseriyekê ji halê me re bibînin. Ji duh ve me tiştek nexwariye. Heke ku zarokên me neynîn nedin me, em ê jî dest bi rojiya mirinê bikin. Ez êdî nikarim biçime malê. Hemû dayik li vir perîşan bûn. Taqeta tu kesî nemaye."