Wêneyên ku di arşîva Midûriyeta Herêma Abîdeyan a Wanê de cih digrin û dîmenên Wanê yên 100 sal berê nîşan didin ku Wan ji berê heta niha çawa guheriye.
Nûçegihanê AAyê guherînên Wanê yên ku bi taybetî di sedsala dawîn de çêbûye kişand û wêneyên berê û yên niha di heman wêneyan de anî cem hev.
Nûçegihanê AAyê wêneyê Kela Wanê, bajarê Wanê yê berê, Dêra Bartholomeusê, Dêra Akdamarê û gelek cihên din ên ku berê hatine kişandin û yên niha kişand û anî cem hev û xebateke nû çêkir. Ev dîmen nîşan didin ku ji berê heta niha guherînên çawa çêbûne.