QAHÎRE
Li Misrê piştî ku artêşê dest dana ser rêvebiriyê xwepêşandanên li dijî derbê bê navber dewam dikin. Li Qada Rabîa El Adawiyê xwepêşandanên ji bo Serokomar Muhammed Mursî hatin lidarxistin bi beşdarbûna bi hezaran welatiyan, ev 40 ro jin dewam dikin.
Derbenexwazên Misrî roja înê wek ''Îna Hilweşandina Derbê'' îlan kirin û girseyên mezin ji 28 mizgeftên Qahîreyê piştî nimêja înê ber bi qada xwepêşandanê ve meşiyan.
Hejmara xwepêşandêran her diçe zêdetir dibe. Desthilatdariya derbeyê gefan dike û dibêje 'em ê çalakvanan belav bikin' lê tu kes guh nade vê gefê û qadan tijî dikin.
Ji aliyê di ve, li Qada Adawiyê ji bo cejnê organîzasyonên ji hev xweştir tên lidarxistin. Duh jî Koma Reqasê ya Gelerî ya Bedewiyan derket ber çalakvanan û kêf û coşeke mezin hat jiyîn.
Li Qada Nahdayê ya li ber deriyê Zanîngeha Qahîreyê jî bi hezaran kes kom bûne û çalakiyên xwe yên protestokirina derbeyê didomînin.
Her înê li hewşa mizgeftên El Kornej û Kaid El İbrahimê yên Îskenderiyeyê jî xwepêşandan tên lidarxistin. Xwepêşandêr dibêjin heya ku birêveberiya derbeyê hilneweşe em belav nabin.