ERBÎL
Balyozê Srî Lankayê yê Bexdayê Sîyomît Nakandla got ku em dixwazin li Hewlêrê nûnertiyê vekin.
Nakandla çû serdana Nûnerê Têkiliyên Derveyî yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal a Îraqê (RHKFÎ) Felah Mustafa û got ku em dixwazin li heremê nûnertiyê vekin û ji bo vê yekê jî me dest bi xebatan kiriye.
Felah Mustafa jî daxuyand ku di nav sînorê rêvebiriyê de 27 nûnertiyên biyanî hene û zêdebûne wan dê me kêfxweş bike.
Mustafa da zanîn ku hejmara nûnertiyên RHKFÎyê yên li derveyî welêt derketiye 14an û diyar kir ku ji bo zêdekirina van dixebitin.