HEWLÊR
Li Sûriyê tê îdiakirin ku li herêmên ku kurd lê dijîn komkujî tê kirin. Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal a Îraqê(RHKFÎ) Mesud Barzanî jî li ser van îdiayan xwest ku komîsyonek bê avakirin û ji bo agahiyên rast lêkolînan bike.
Li Ser malpera fermî ya Serokatiya RHKFÎyê hat destnîşankirin ku Barzanî ji Komîteya Amadehiyên Konferansa Neteweyî ya Kurdan re nameyek der barê îdîayan de şandiye. Di nameyê de tê xwestin ku îdiayên komkujî û pevçûnên li bakûrê Sûriyê bên lêkolînkirin.
Barzanî di nameyê de got: "Di van rojên dawî de li gor nûçeyên di têlevizyon û çapemeniyê de cih digrin tê gotin ku çend komên terorîst li rojavayê komkujiyê dikin û li dijî kurdan cîhat îlan kirine, endamên El Kaîdeyê êrîşî sivîlan dikin û jin û zarokan serjê dikin. Gelo ev îdîa rast in an na? Ji bo rastiya van îdîayan derkeve holê ez ji we Endamên Komîteya Amadehiyê rica dikim ku hûn komîsyonekê ava bikin. Ev îdîa rastin an na? Bila ji aliyê vê Komîsyonê ve bên lêkolînkirin. Dema ku lêkolînên Komîsyonê van îdîayan piştrast bike em ê wek RHKFÎ hemû hêzên xwe bikar bînin û gelê kurd biparêzin."
Di hin daxûyaniyên ku li herêma RHKFÎyê tên kirin de Barzanî ji ber ku li hemberî bûyerên li Sûriyê diqewimin bê deng dimîne, tê rexne kirin.