SILÊMANIYE
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Dinyayê Elî Qeredaxî got ku operasyona ku navenda wê Stenbol e komployeke navneteweyî ye.
Sekreterê Giştî Qeredaxî li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) li bajarê Silêmaniyê ji bo "25 Saliya Yekîtiya Alimên Dinyayê" di civîna çapemeniyê de axivî. Qeredaxî der barê operasyona ku navenda wê Stenbol e de axivî. Qeredaxî bûyer wek komployekê bi nav kir û wiha got: "Bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin perçeyek ji wê komployê ye ku ji bo hemû hereketên îslamê dane destpêkirin."
-"Ev şera li dijî Îslamê ye"
Qeredaxî wiha axivî: "Li Misrê Îxwan (Birayên Misilman) 5 caran hat hilbijartin lê ji desthilatiyê hat dûrxistin. Herî dawîn li hember Îxwanê derbe kirin. Em heman tiştî li Tûnûs, Yêmen û Sûriyeyê dibînin. Tişta ku herî girîng û balkêş ew e ku, welatên ereb pereyên xwe li banqeyên dewletên ku komployê li dar dixin radizînin. Li hemberî îslamê şerek heye. Me jî nas nakin. Dixwazin ku her tim hewcedariya me bi wan hebe."
Qeredaxî di axaftina xwe de diyar kir ku gendelî guneh e û tu misilmanek nikare vê biparêze û wiha got: "Heke gendelî hebe, divê yên ev kirine derkevin pêş dadê û cezayên wan bê dayîn. Edalet bê cîh."
"Em bi hikûmeta Tirkiyeyê bi bawer in"
Qeredaxî pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku li Tirkiyeyê cara ewil e ku hikûmetek ev qas têkiliyên baş bi kurdan re datîne û wiha got: "Serokwezîrê Tirkiyeyê hewl dide ku makezagonê biguherîne. Em hêvî dikin ku di makezagonê de mafên kurdan jî cih bigre û em dixwazin ku ew bi ser bikeve."
Li ser pirseke der barê sewqiyata neftê de jî Qeredaxî wiha axivî: "Ez hêvîdar im ku Erdogan bi ser bikeve. Berjewendiyên me hevpar in. Neft divê wisa bê derxistin her du welat jî qezenc bikin. Em bi hikûmeta Tirkiyeyê bi bawer in. Em dixwazin ev têkiliya dostane û nêzîk berdewam bike."