Ehmed el-Alwanî li Iraqê ji parlementerên muxalif yek e û bi çalakiyên xwe yên li dijî Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî ve tê nasîn. Hêzên girêdayî hikûmetê ji bo ku Alwanî binçav bikin li ser mala wî de girtin. Lê di dema binçavkirinê de di navbera malbata Alwanî û hêzên hikûmetê de pevçûn derket.
Li gor agahiyên ku ji midûriyeta ewlekariya El-Enbarê hatin hildan, hêzên girêdayî hikûmetê bi sûcdariya terorê xwestin ku Alwanî binçav bikin. Di saetên sibê de li ser mala wî de girtin lê pevçûn derket û 5 parêzvan û birayê Alwanî, Elî el-Alwanî jî hatin kuştin. Pêvçûnê nêzî saetekê dewam kir. Hat diyarkirin ku 6 parêzvan jî hatine binçavkirin.
Alwanî li Iraqê ji pêşîkêşên suniyan tê hesibandin û girtina ser mala wî bû sedema gelek bûyeran. Li ser vê artêşa Iraqê li Ramadiyê derketina kolanan qedexe kir. Ketin û derketina bajarê Enbarê jî hat girtin.
Li Ramadiyê ji bo protestokirina Nûrî el-Malikî kon hatine vekirin û welatî nimêja înê bi hev du re dikin. Malikî li ser vê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku heke ew kon neyên rakirin ew ê bi xwe wan konan di serê wan de hilweşînin. Ji bo nimêjên înê jî gotibû ew ê bibe nimêja wan a dawîn.