ANKARA
Di hilbijartina giştî ya parlementeriyê de dengdayîn qediya.
Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) li Tirkiyeyê dengdayîna ku di saet 08.00an sibehê de dest pê kir, berêvarê di saet 17.00an de kuta bû.
Li seranserê Tirkiyeyê hilbijêran di 174 hezar û 236 sandoqan de dengê xwe da. Di hilbijartinê de milyonek û 219 hezar û 652 kesî wezîfe kir.
Di vê navberê de dengdayîna ku ji bo welatiyên li derva di 8ê gulanê de dest pê kiribû jî bi dawî bû.
- Rayên ku ji derva hatin dê di heman wextê de bên hejmartin
Dengên ku li 54 welatan li 112 nûnertiyan hatin dayîn jî dê li ATO Congresiumê bi rayên li welat re hemwext bên hejmartin.