Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku kurdê nebin parçeyekê şerê mezhebî yê ku li herêmê dewam dike.
Serokê HKIyê Barzanî li qesra serokatiyê ya li Selaheddîna bajaroka Hewlêrê Konsolosê Hewlêrê yê Kuweytê Omer Ehmed el-Kenderî qebûl kir. Di civîna ku ji çapemeniyê ra girtî bû da Barzanî rewşa li Iraqê û herêmê nirxand.
Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya HKIyê da hat weşandin da cî dan axaftina Barzanî û tê da wiha hat gotin: "Gelê Kurdistanê zehf baş dizane dema ku rejima Baasê ya di dewra Sedam Huseyn da çi tişt anî serê Kuweytê û gelê Kuweytê çiqas tengasî û êş kişand. Ji ber vê yekê dibê têkiliyên di navbera her du welatan da derkevin asteke bilind."
Barzanî destnîşan kir ku terorîstên DAEŞê Iraq û Sûriye hildane bin tesîra xwe û ji bo ewlekariya herêmê xeternak in û wiha pê da çû: "Gelê Kurdistanê yê ewlekariya xwe ya neteweyî biparêze. Kurdê nebin parçeyekê şerê mezhebî yê ku li herêmê dewam dike."