Parlementerê Partiya Çepan a Almanan Jan Van Aken daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û biryara arîkariya çekan a hikûmetê ya ji bo HKIyê rexne kir û got ku "Hikûmeta almanan heta êzdî ji birçîna nehatin ber mirinê û ji aliyê vê rêxistina terorê ve nehatin kuştin, li hember DÎŞIyê tu tişt nekir û bêdeng ma."
Van Aken bertek nîşanî polîtîkaya Sûriyeyê ya hikûmeta Angela Merkelê jî nîşan da û got ku "Ev gelek eşkere ye; Serokwezîr Merkel û wezîrên wê demek dirêj DÎŞIyê pişt guh kirin û xwe li nedîtinê danîn."
Van Aken parast ku hikûmeta Almanan di mijara têkoşîna bi DÎŞIyê re de, nekarî ku bandora xwe ya li ser welatên li herêmê bi kar bîne û ji ber ku hikûmeta Merkelê deriyên welêt ji bo penaberên sûriyeyî û iraqî venekir, ew rexne kir. Van Aken axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hikûmeta Merkelê divê beriya her tiştê bêtir arîkarî bişanda van herêman û ji Iraq û Sûriyeyê bêtir penaber qebûl bikirana."
Parlementerê Partiya Çepan Stefan Liebich jî da zanîn ku polîtikaya hikûmeta Almanyayê bû sedem ku di mirovan de întibaya tenê eleqeyeke taybet nîşanê kêmneteweyên xaçparêz dikin, çêbe.
Liebich daxuyaniyên Serokê koma parlementoyê ya partiyên Yekîtiya Xaçparêzan Volker Kauder yên ku digot divê ji Iraq û Sûriyeyê bêtir penaber bên qebûlkirin, bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez fehm dikim ku dema qala mudaxeleyekî der barê kêmneteweyan de bê kirin, întibaya Almanya bi taybetî girîngiyê dide kêmneteweyên xaçparêz çêbe."
-"Xelet e ku çekan ji HKIyê re dişînin"
Almanya di mijara mudaxelaya leşkerî ya ji bo qeyrana Sûriyeyê de heta îro hay jixwe hebû. Leibich vê yekê bi dîroka welêt re girêda û her wiha biryara çekşandina hikûmeta Merkelê ya ji bo HKIyê ya piştî geşedanên dawîn rexne kir.
Stefan Liebich axaftina xwe wiha berdewam kir: "Almanya zehfî caran di mijara pevçûnên çekdar de bêdil e. Di paşxaneya vê yekê de bûyerên ku di dîroka almanan de qewimîn û neserkeftina peywirdakirina artêşa Almanyayê ya li Afganistanê heye. Em wek Partiya Çepan wisa difikirin ku niha xelet e ku ji kurdên iraqî re çekan bişînin. Ya rast ew e ku Neteweyên Yekbûyî (NY) berpirsyariyên xwe bi cî bîne."