HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî çû serdana pêşmergeyên ku li dijî endamên rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) têdikoşin. Barzanî pêşmerge û rayedarên din hişyar kirin û got: "Kesên ku wezîfeya xwe îhmal bikin û hemû kesên ku ji dagirkirina Şengalê berpirsyar in dê ceza li wan bê birîn."
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat weşandin de hat gotin ku Barzanî çû serdana pêşmergeyên ku li aliyê rojhilat û rojavayê Çemê Dîjleyê li dijî DÎŞIyê têdikoşîn û welêt û gel ji êrîşên wan diparêzin. Barzanî ji ber serkeftinên ku li dijî DÎŞIyê bidest xistin, pêşmerge pîroz kirin û der heqê rûdanên dawîn de ji fermandaran agahî hilda.
Barzanî piştî êrîşên ku bi destê DÎŞIyê hatin kirin bi mezinên dînî yên kêmneteweyan re jî hat bal hev û di xeberdana xwe de wiha got: "Ev bobelat hat serê hemû welatiyên Kurdistanê. Em hemû bi ber bayê vê bobelatê ketin. Lê divê em bizanibin ku hemû sedemên ev tiştên ku qewimîn, polîtîkayên xelet ên Bexdayê ne. Tu sînorekî olî û pîroz ê teroran tune ye. Armanca wan ew e ku gel talan bikin û gel bitirsînin. Lê me jî wan bêhêz kir êdî ew nikarin êrîş bikin."
Barzanî ji kesên ku ji ber êrîşan malên xwe terikandin jî xwest ku bila Iraqê terk nekin û wiha pê de çû: "Li ser vî welatî an emê hemû bi hevdu re bi awayekî azad bijîn an jî emê bi hev re bimirin. Rêyek din tune ye."
Barzanî hişyarî da pêşmerge û berpirsyaran ku li cepheyê ne û diyar kir ku ji kesên ku wezîfeyên xwe îhmal bikin re ceza heye.