Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî di çarçoveya xebatên damezrandina hikûmeta nû ya li Iraqê tên kirin de xwest ku bila wezîrtiyekî jî bidin êzdiyan.
Li ser malpera Serokatiya HKIyê daxuyaniya Serokê Dîwana Serokatiyê Fûat Huseyîn hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku barzanî ji rêveberiya Bexdayê ku ji bo damezrandina hikûmeta nû xebatên xwe didomînin xwestiye ku bila wezîrtiyekî jî bidin êzdiyan. Huseyîn destnîşan kir ku Barzanî vê yekê pir dixwaze û daxwaza xwe jî bi kesên eleqedar re parve kir.
Di Parlementoya Iraqê de niha 328 parlementer cih digirin. Di nav van parlementeran de ji bo êzdiyên ku li Iraqê kêmnetewin jî kursiyek hatiye cihê kirin.
Êzdiyên li Iraqê piştî êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ku birin ser Çiyayê Şengalê hatin rojevê. Ji ber van êrîşan êzdî reviyan û bi rojan li serê çiya û rêyan bêkeys ketibûn. Piştî halê êzdiyan rewşa kêmnetewên li Iraqê carek din di rojevê de cih girt.