Rêya di navbera Kerkûk û Bexdayê de ya ev demek bû ji ber êrîşên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji çûnûhatinê re hatibû girtin, ji nû ve hat vekirin.
Piştî ku DÎŞIyê di 10ê hezîranê de Mûsil û herêma derdora Mûsilê dagir kir, rêya di navbera Kerkûk û Bexdayê de jî bi hinceta xetereye ji çûnûhatinê re hat girtin. DÎŞIyê ji Silêymanbegê heta herêma Ûzeyîmê ya li ser Diyalayê rê ji çûnûhatinê re girtibû.
Di encama operasyonên berfireh ên ku artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan gelhev dabû destpêkirin de, milîtanên DÎŞIyê ji herêma Silêymanbeg, Amîrlî û Tûzhûrmatûyê hatin derxistin.
Rêya Kerkûk û Bexdadê ya ev sê meh bûn ku ji ber êrîşên DÎŞIyê hatibû girtin ji çûnûhatinê re ji nû ve hat vekirin.
Berpirsiyarê Alîkariya Lojîstîk yê herêma Silêymanbegê Seyît Elî Matrûhî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êdî iraqî dikarin bi awayekî ewle rêya Kerkûk û Bexdayê bikarbînin. Herwiha Matrûhî ragihand ku mayinên ku DÎŞIyê li ser rê veşartibûn jî hatin derxistin.
Ajovanê taksiyê Sabah Kamîl jî got ku êdî bi rihetî ji Kerkûkê diçin Bexdayê.
Kamîl got ku berê di nav 4 saetan de diçûn Bexdayê dihatin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku rê hatibû girtin, çûnûhatina me 15 saet dikşand. Ev him ji bo me him jî ji bo rêwiyên me zehmet û bimesref bû. Em spasiyên xwe pêşkêşî artêşa Iraqê dikin."