HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji partiyên siyasî xwest ku dirêjkirina wextê serokatiya xwe di nava xwe de nekin mijareke nîqaşê.
Barzanî pêşewaziya Serokê Parlemana HKIyê Yûsif Mihemed Sadiq kir û ligel wî li ser mijara wextê serokatiya xwe rawestiya. Di daxuyaniya malpera înternetê ya serokatiya herêmê de hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de mijara bidawîbûna wextê serokatiya Barzanî ya di 19ê tebaxê de hat gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de wiha bal kişandin li ser axaftina Barzanî: "Di heyameke wisa de ku herêma Kurdistanê di nava şer de ye, divê wextê serokatiya min di nava partiyên siyasî de nebe mijara nîqaşê."
Ji hêla din hat diyarkirin ku Sadîq jî ji Barzanî re got, ji bo ku bêtir hesasiyetê nîşan bidin ew ê ligel rêveberên partiyên siyasî re were bal hev.
Mesûd Barzanî di sala 2005an de bi raya gel û di sala 2009an de jî bi raya parlementerên li Parlemana Hêrêma Kurdistana Iraqê ve wekî Serokê Kurdistanê hatibû hilbijartin. Parlemantoya Herêma Kurdistanê dixwaze ku Barzanî li ser miqama serokatiyê ya ku di sala 2013an de dîsa bi destê parlemanê bixwe hatibû dirêjkirin, bimîne. Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Tevgera Goran, Partiya Yekîtiya Îslamî, Partiya Civaka Îslamî û grûbên kêmjimar yên ku di heman demê de şîrikê hikûmetê ne jî herçiqas mijara serokatiya Barzanî carna di nava xwe de nîqaş bikin jî, lê pirştgiriyê didin dirêjkirina wextê serokatiya wî.
Tê diyarkirin ku xelk jî piştgiriyê dide dirêjkirina wextê serokatiya Barzanî.