Serokê Sererkaniyê yê DYAyê Martîn Dempsey piştî pêwendiyên xwe yên li Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat weşandin Barzanî û Dempsey li ser rewşa pêşmergeyan û artêşa Iraqê sekinîn ku wê li dijî DÎŞIyê çawa bi hev re tevbigerin. Hat destnîşankirin ku her du aliyan jî gotin ku divê hikûmeta Bexdayê ji bo alîkariya pêşmergeyan cidî tevbigere û divê hikûmeta Bexdayê berpirsiyariya xwe ya di vî warî de bicî bîne.
Li gor daxuyaniyê Dempsey ji bo ku rewşa li qada şer teqîb bike, di warê têkbirina DÎŞIyê de pêşniyar û fikrên Serok Barzanî hîn bibe hatiye Hewlêrê.
Dempsey destnîşan kir ku wê alîkariya perwerdeya leşkerî û çekan a hêzên koalîsyonê û DYAyê ji bo pêşmergeyan berdewam bike û wiha got: "Hêzên koalîsyonê fikrên Herêma Kurdistanê û pêwistiyên pêşmergeyan ji nêz ve dişopîne. Wê derbeyê li hêzên terorîstan bixin."
Dempsey diyar kir ku serkeftinên pêşmergeyan ên di demên dawîn de girîng in û got ku DYA têkoşîna hêzên çekdar ên kurdan a li dijî terorîzmê ji nêz ve teqîb dike.
Dempsey destnîşan kir ku hêzên koalîsyonê û DYA li dijî DÎŞIyê stratejiyeke berfireh dimeşînin û wê têkoşîn bi beşdariya hemû aliyan berdewam bike.
Mesûd Barzanî jî diyar kir ku di têkoşîna dijî DÎŞIyê de alîkariya çekan û operasyonên hewayî yên hêzên koalîsyonê û DYAyê bandoreke mezin çêdikin.
Barzanî der heqê rewşa eniyên şer û geşedanên dawîn de jî agahî da Dempsey û wiha got: "Terorîstên DÎŞIyê bi destê pêşmergeyan tarûmar dibin."
Barzanî got ku digel ambargoya hikûmeta Iraqê ya ji bo çekan pêşmerge bi derfetên xwe rêxistina terorê dan sekinandin.
Barzanî destnîşan kir ku di destê DÎŞIyê de çekên du dewletan (Iraq û Sûriye) hene û wiha got: "Hêzên pêşmergeyan bi lez û ber êrîşan dan sekinandin û êrîş kirin. Li gelek deran DÎŞI têk çû. Ji bo ku teroran ji welatê xwe derxin, çi ji destê me were em ê bikin. Lê tenê ji hêla leşkerî ve li dijî terorê şer nayê kirin. Divê ji hêla aborî, fikrî û siyasî ve şer were kirin. Divê li Sûriye û Iraqê dereke ku terorîst xwe bipêrênê nemîne."
Barzanî got ku heta niha pêşmerge û hêzên koalîsyonê êrîş nebirine ser hedefên sivîl û bi rêkûpêk şer dimeşînin.
Mesûd Barzanî û Dempsey destnîşan kirin ku divê Kobanê were parastin û divê piştgiriyê û alîkariya çekan bidin pêşmergeyan.
Misteşarê Teşkîlata Îstixbarata Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncarî, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer û rayedarên leşkerî yên DYA jî di hevdîtinê de hazir bûn.
Serokê Sererkaniyê yê DYAyê Martîn Dempsey di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Bexdayê de bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî re jî hatibû bal hev.