BRISBANE
Di Lûtkeya Lîderan a G20ê ya ku li Brîsbaneya bajaroka Awistiralyayê tê lidarxistin de rûniştina ewil dest pê kir.
Beriya destpêkirina lûtkeyê li Navenda Kongreyê ya Brîsbaneyê reqsên herêmî hatin lîstin û paşê rûniştina ewil a bi navê "Aboriya Kurewî: Kar Derxistin û Xurtkirina Mezinbûnê" dest pê kir.
Di rûniştina ewil a lûtkeyê de serokomar û serokwezîrên welatên endamê G20ê yên ku di nav wan de Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê DYAyê Barack Obama, Serokwezîrê Îngiltereyê Davî Cameros, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî hene yê biaxivin.
Di salonê de pergala maseya gilover hat avakirin, Serokwezîr Davutoglu û Serokwezîrê Îngiltereyê Davîd Cameron li rex hev rûniştin. Hat dîtin ku Seokwezîr Davutoglu beriya civînê bi Serokê DYAyê Obama re axivî.