MALATYA
Li Reqaya bajarê Sûriyeyê 10 roj berê ji malbatekê 6 xwîşk û birayên ku karok xwaribûn bi jehrê ketin û mirin. Ji nav wan Nûfa Essaned a 9 salî jî bêkeys ket û rewşa wê hê jî pir giran e û niha li unîteya nexweşiyên giran ên Navenda Tipê ya Tûrgût Ozal tê tedawîkirin.
Evdila Essanedê ku apê Nûfayê qala êş û jana ku hat serê wan bi nûçegihanê AAyê re parve kir.
Essaned destnîşan kir ku biraziyê wî Mihemed li çiyê dema ku mêşin diçêrandin, karok berhev kiriye û aniye malê û wiha pê de çû: "Li ba me karokan berhev dikin û dixwîn. Lawikê jî karok berhev kiriye, aniye malê, pêjandine û xwîşk û birayan xwariye. Evarê tiştekî wan tunebû lê serê sibehê zikê wan diêşiya û vereşînê dest pê kir. Bavê zarokan Xalid ji bo zarokên xwe bigihîne nexweşxaneya Reqayê hewl da û derket rê. Lê Semirê 3 salî û Ehmedê 11 salî hêj negihîştin nexweşxaneyê di rê de mirin. Bûka me û birayê min ji bo zarokên mayî bibin nexweşxaneyê hewl dan û me jî cinazeyê her du zarokan defin kir. Ji ber ku li nexweşxaneya Reqayê derfet kêm bûn bi ambûlansan anîn Tirkiyeyê."
Ji malbata Essaned, Dînaneya 17 salî û Ragatê 7 salî jî li Rihayê mirin û 3 zarokên mayîn jî sewqî Navenda Tipê ya Tûrgût Ozal ya Zanîngeha Înonuyê kirin. Apê zarokan destnîşan kir ku 4 roj berê Mihemedê 19 salî û Cemelê 8 salî jî li Malatyayê mirin û wiha pê de çû: "Di nav biraziyên min de niha bi tenê Nûfa sax ma lê rewşa wê jî pir giran e. Ji bo xelaskirina biraziya min çi hewce dike ez dikarim bikim. Heke pişik, gurçik ji min kîjan ezayê dixwazin ez dikarim bidim. 6 xwîşk û birayên wê mirin em dixwazin ku Xwedê wê ji me re bihêle. Mirin emrê Xwedê ye, em li hemberî wê dernakevin lê em dixwazin ku Xwedê wê ji me re bihêle."
Apê zarokan destnîşan kir ku birayê wî û bûka wî ji bo şîna xwe rabikin derbasî Reqayê bûne û çavên wan jî ji bo xebereka xweş her tim li vê derê ye.