ŞANLIURFA
Kurdên Sûriyeyê yên ku li Sirûca navçeya Rihayê li navendên stargehan dimînin sipasiya Tirkiyeyê dikin ku deriyê xwe li wan vekir.
Li Kobanêya Helebê pevçûnên di navbera DÎŞIyê û hêzên kurdan de dewam dike. Kurdên Sûriyeyê yên ku ji ber pevçûnan revîn xwe sipartin Tirkiyeyê. Piraniya wan jin û zarok 200 hezar kurdên Sûriyeyê xwe sipartin Tirkiyeyê.
Ji bo penaberan di serî de AFAD û Heyva Sora Tirkiyeyê û saziyên alîkariyê seferber bûn. Gelê Sirûcê jî deriyên xwe ji penaberan re vekirin.
"Rewşa me baş e"
Adîle Yaşara ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji bo alîkariyan sipasiya Tirkiyeyê kir.
Yaşarê got ku Tirkiye bi her awayî bû alîkar, lê dîsa jî em dixwazin vegerin welatê xwe.
Yaşarê destnîşan kir ku em şert û mercên li navendên stargehê memnûn in û wiha got: "2 meh e em li Tirkiyeyê ne. Em berê li hewşa mizgeftê diman. Niha rewşa me baş e. Rayedar ji me re bûn alîkar. Em sipasiya Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê dikin."
Zeyneb Mistefaya 87 salî ya ji Kobanêyê jî got ku ez li Tirkiyeyê kêfxweş im, lê ez dixwazim vegerim welatê xwe.