SILÊYMANIYE
Di navbera Îran û Iraqê de digel ku eraziyên biteqemenî hebin jî qaçaxcîtî dewam dike. Nêzî 200 kurdên Îranê malên ku ji sînorê Iraqê li pişta xwe dikin, tînin Îranê. Qaçaxcî bi vî awayî rojê 75 dolarî qezenc dikin.
- Debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikin
Qaçaxcî ji gundên Nînora navçeya Baneya Îranê derdikevin rê û di nav eraziyên biteqemenî de dimeşin û tên Seyranbeda Silêmaniyeyê. Qaçaxcî li vir malên ticarên ji Iraqê didin pişta xwe û nêzî kîlomêtroyekê dibin û tên ber sînorê Îranê. Bi taybetî cîhazên elektronîk û eşyayên malan dibin û li kamyonetan dikin. Kamyon jî di rêyên ku ji teqemeniyan hatine paqijkirin de diçin. Ji ber ku ewletir e qaçaxcî bi gelemperî bi şev dixetin.
Rehîm Evdilayê ku karê qaçaxcîtiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber erazî biteqemenî ne em nikarin çandiniyê bikin û loma jî em vî karî dikin. Evdila destnîşan kir ku di hefteyê de 6 rojan ji bo qaçaxcîtiyê bi şev derdikevin ser rêyan û wiha dewam kir: "Em di navbera Îran û Iraqê de nêzî saetekê direvin. Bi taybetî em di şiverêyên ku ji teqemeniyan hatine paqijkirin de diçin û tên. Heger ji van şiverêyan derkevin em dimirin. Lewra li her derê teqemenî hene. Em malên ticarên ji Iraqê didin pişta xwe û tînin Îranê. Em bi taybetî eşyayên malan, cîhazên elektronîk û amûrên tekstîlê dibin. Serê seferekê em 75 dolarî werdigirin."
Evdila destnîşan kir ku debara malbata xwe bi vî karî dike û wiha got: "Wisa nebe kî her roj di eraziyên tije teqemenî de derbas dibe."
Hesen Îhsanê (32) ji gundê Xuryawaya Îranê jî got ku ji malabata min 20, ji gundê me jî 100 kes vî karî dikin û wiha axivî: "Li Îranê qeyrana aboriyê heye. Gel xizan e û hejmara bêkar û xebatkaran zehf e. Ji ber vê jî mihafizên sînor dihêlin em derbas bibin. Jixwe malên ku em dibin bi destê wan tên kontrolkirin. Em malên ticarên ji Iraqê dikşînin Îranê. Biha li gor giraniya mal diguhere. Giraniya baran di navbera 80 û 102 kîlogramê de diguhere. Em rojane 75 dolarî qezenc dikin."
Mihemed Kerîmê (37) ku karê qaçaxcîtiyê dike got ku em êdî hînî vî karê bi talûke bûne û wiha dewam kir: "Haya me jî pê heye ku teqemeniyên li sînor ji bo me talûke ne. Lê niha ji xeynî vî karî çareya me tuneye. Ji bo ku zarokên me bixwînin em mecbûr in qaçaxcîtiyê bikin."
- Heqê derbasbûyînê didin PKKyê
Wek mayîn hat destnîşankirin ku Hêzên Parastina Gel (HPG) yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê Îran û Iraqê ji wesaîtan li gor barê wan di navbera 100 û 150 dolarî de heqê derbasbûyînê distînin.