Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî daxuyand ku siyaseta wan a neftê serkeftî ye û wiha dewam kir: "Lê belê ji ber ku bihayê neftê erzan bû, vê erzanbûnê tesîreke cidî li ser pêvajoya ku em tê de ne, kir."
Barzanî di civîna Lijneya Wezîran ya herêma Kurdistanê de axivî û wiha got: "Herêma Kurdistanê xwest ku peymana neftê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat mohrkirin, li gor zagona budçeya Iraqê be. Herêma Kurdistanê vê gavê jî di paşerojê de jî dixwaze pirsgirêkên navbera xwe û Bexdayê çareser bike. Siyaseta me ya neftê serkeftî ye. Lê belê ji ber ku bihayê neftê erzan bû, vê erzanbûnê tesîreke cidî li ser pêvajoya ku em tê de ne, kir."
Barzanî li ser rizgarkirina Tikrîtê jî sekinî û ji ber serketfina hêzên artêşê, Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî tebrîk kir.
Wezîrê Pêşmergeyan Mustafa Seyîd Kadîr jî di civînê de der barê ziyareta Fransayê de agahî da Lijneya Wezîran. Kadîr got ku Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande cara ewil e ku heyeteke wiha qebûl dike û wiha dewam kir: "Hollande soz da ku alîkariya leşkerî ya ku Fransayê da pêşmergeyan wê dewam bike."
Kadîr der barê têkoşîna ku bi DAEŞa rêxistina terorê re tê dayîn de wiha got: "Pêşmergeyan ji sedî 95ê axa Kurdistanê ku ketibû destê terorîstan, azad kir. Heta niha 16 welatan ji pêşmergeyan re alîkariya leşkerî û çekan şand. 10 welatan jî pisporên leşkerî şandin."