Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ewê heta dawiyê li gor wê peymana ku bi hikûmeta Iraqê re kirine tevbigerin.
Barzanî li Hewlêrê beşdarî 45 emîn merasima bîranina Ayetûllah Seyîd Mûhsîn el-Hakim bû û li wê derê axivî. Barzanî peymana ku par bi hikûmeta Iraqê re kiribûn bibîrxist û wiha pê de çû: "Em wek hikûmeta Herêma Kurdistanê li pişt wê peymana ku me bi hûkumeta Iraqê re kir disekinîn. Ji bo ku têkiliyên di navbera me û hikûmeta Iraqê de baştir û xurttir bibin em ê gelek hewl bidin.
Şer û pevçûnên ku niha li Iraqê diqewimin û rewşa xelkê jî di rojeva Barzanî de bû û ji bo vê jî got: "Êdî hemû dinya jî zane ku ev rêxistina terorî ji bo herkesî gef e. Em jî ji nêz ve û bi awayekî baş zanin ku ev rêxistin ji bo Iraq û herêmê gefeke mezin e."
Ji bo têkoşîna li hemberî zor û zehmetiyan Barzanî destnîşan kir ku hewcedariya Bexda û Hewlêrê li gor berê zêdetir bi "hevkariyê" heye û wiha pê de çû: " Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan demokrasiyeke rastîn hewce dike. Lazime ku Iraq li ser hevkariyên rasteqîn bê birêvebirin û li mafê hemû aliyan riayet bê kirin. Em ji bo silameta welatê xwe piştgiriyê didin wê hikûmeta ku di bin serokatiya Haydar el-Îbadî de ye."