Parlementerê HDPyê yê Edeneyê Murat Bozlak, li Aktaşa gundê Şereflîkoçhîsarê hat definkirin.
Cinazeyê Bozlak piştî merasima ku li ber Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk hat kirin, bi wesayîta Meclisê anîn gundê Aktaşê û birin mala diya wî Fatma Bozlakê.
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û hin parlementer malbata Bozlak ziyaret kirin û sersaxî dan xanima wî Zeycan Bozlakê û zarokên wî.
Piştî nimêja cinazeyê dia kirin û cinazeyê Bozlak hat definkirin.